Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 7 kes ji Efrînê revandin
Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin, 7 welatî ji Efrînê revandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin, 7 welatî ji Efrînê revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa Polîsa Leşkerî roja 5ê vê mehê di du bûyerên cuda de 2 kes (Bedir Koto û Ferîd Fewzî” li bajarokê Cindirêsê revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.
Wê rêxistinê da zanîn, Grûpa Polîsa Medenî roja bi ser gundê Bedîna yê li navçeya Raco de girt û bi armanca standina fidyê ji wan, 4 kes revandin. Navên wan: Omer Murad, Husên Ehmed Elî, Selah Henan Osman, Mihemed Mustefa Çerçî.
Diyar kir jî, li navçeya Mabeta dema welatiyê bi navê Ismet Cano nexweşek dibir nexweşxaneyê, ji aliyê grûpa Polîsa Leşkerî ve hat revandin.
Revandina welatiyên kurd ên Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve berdewam e. Li gor rêxistinên mafên mirovan, heta niha bi hezaran kes hatine revandin û çarenivîsa beşeke mezin jî ne diyar e.
Çalakvanên Efrînê dibêjin, armanca çekdaran ji revandina kurdan ew e, xelkê Efrînê koçber bibe û ew jî proseya guhartina demografî bicih bikin.