Rûsya: Helîkoptereke me li Ermenistanê kete xwarê û du kes hatin kuştin

Wezareta Berevanî ya Rûsyayê ragihand ku helîkoptereke wan li esmanê Ermenistanê li nêzîkî sînorê Azerbaycanê ketiye xwarê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevanî ya Rûsyayê ragihand ku helîkoptereke wan li esmanê Ermenistanê li nêzîkî sînorê Azerbaycanê ketiye xwarê û bûye sedema mirina du kesan û kesek jî birîndar bûye.

Wezareta Berevanî ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de eşkere kir: “9ê Mijdarê di demjimêr 17:30 de bi dema Moskowê, êrîşî helîkoptereke me ya ji cûreya M-24 hat kirin û ji erdê ve ji aliyê sîstemeke berevaniya esmanî ve ketiye ber gulleyan.”

Herwiha wezaretê destnîşan kiriye; bûyer dema helîkopter yaweriya karwaneke otomobîlan dikir ber bi binkeya 102 ya serbazî ya li nav axa Komara Ermenistanê, qewimiye.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku di encama bûyerê de du kesên di nav helîkopterê de hatine kuştin û kesek jî birîndar bûye.

Wezaretê diyar kiriye ku helîkopter li devereke çiyayî ya Ermenistanê ketiye xwarê û Fermandariyê Binkeya 120 dest bi lêkolînê kiriye, da ku diyar bibe kîjan alî ev êrîş pêk aniye.

Ev bûyer di demekê de ye ku li herêma Qerebaxê şerê navbera Azerbaycan û Ermenistanê tund bûye.