Trump Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê ji kar dûr xist
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro roja duşemê li ser Twitterê ragihand ku Wezîrê Berevanî Mark Esper ji kar hate dûrxistin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê Donald Trump îro roja duşemê li ser Twitterê ragihand ku Wezîrê Berevanî Mark Esper ji kar hate dûrxistin. Trump got ku li şûna Esper, Christopher C. Miller hatiye erkdarkirin.
Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez bi kêfxweşî radigihînim ku Christopher C. Miller, ku Dîrektorê gelek rêzgirtî yê Navenda Dijterorê ya Neteweyî ye, û ji hêla Civata Senatoran ve bi tevdengî hatibû erêkirin, demildest dê bibe Wezîrê Berevanî. Chris dê karekî gelek hêja bike! Mark Esper hat dûrxistin. Ez dixwazim ji bo xizmeta wî, sipasiya wî bikim.”
Hêjayî gotinê ye ku beriya çend rojan di medyaya Iraqê de hatibû belavkirin ku Mark Esper dest ji kar berdaye.