Tirkiye amadekariya derketina ji 2 xalên li Helebê jî dike

Piştî vekişîna hêzên Tirkî ji xalên çavdêriyê yên li Hema û Idlibê, amadekariyên vekişîna ji 2 xalên li gundewarê Helebê dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî vekişîna hêzên Tirkî ji xalên çavdêriyê yên li Hema û Idlibê, amadekariyên vekişîna ji 2 xalên li gundewarê Helebê dike.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, hêzên Tirkî amadekariya vekirin û veguhastina kelûpelên li xalên Enedan û Qibtan Cebel yên li bakurê Helebê dike.

Rewangehê diyar kir, ev gava Tirkiyê piştî wê yekê tê, duhî hêzên Tirkiyê 50 barhilgirên ku kelûpelên leşkerî hilgirtibûn, ji her xala çavdêriyê ya li Şêrmexarê li bakurê Hemayê derxistibûn û ber bi Seraqibê ve şandibûn.

Herwiha hêzên Tirkiyê duhî jî dest bi vekişandina ji xala çavdêriyê ya li Merhitatê ya li başûrê Idlibê kiribû.

Ev yek di demekê de tê, berî çend rojan hêzên Artêşa Tirkiyê li Idlibê karûbarên vekişandina ji xala çavdêriyê ya Morekê temam kiribû. Xala Morekê mezintirîn xala çavdêriyê û navenda xalên çavdêriyê yên Tirkiyê bû.

Xalên ku hêzên Tirkiyê jê derdikeve, ala Sûriyê li ser wan xalan tê bilindkirin.

Vekişandina Tirkiyê ji xalên çavdêriyê yên li Sûriyê, wek nîşaneya mezinbûna nakokiyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de tê nirxandin.

Rûsya û Tirkiyê û Îranê di Gulana sala 2017an de li Astanayê li ser avakirina “Navçeyên kêmkirina aloziyan” li hev kiribûn. Di meha Cotmeha 2017an de jî Tirkiyê dest bi avakirina xalên çavdêriyê li parêzgeha Idlibê kir.