Li Babê di teqînekê de hejmarek kes birîndar bûn
Li bajarê Babê yê di destê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê de ye, teqînek çêbû û hejmarek kes birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Babê yê di destê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê de ye, teqînek çêbû û hejmarek kes birîndar bûn.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li bajarê Babê li nêzîkî mizgefta bajêr, bombeyeke vedayî bi otombîlekê de teqiya. Hejmarek kes birîndar bûn û ziyanên madî gihîşt mal û dikanên welatiyan.
Heta niha nayê zanîn ku kesên di teqînê de hatine kuştin, sivîl yan çekdar in.
Roja 7ê vê mehê jî bombeyeke vedayî bi grûpên çekdaran de teqiya û 3 çekdar hatibûn kuştin.
Bajarê Babê wek Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê di destê çekdarên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin de ye. Li wan bajaran ewlehî di rewşeke xirap de ye û her car teqîn tê kirin û sivîl dibin qurbanî.