Serokwezîrê Behreynê koça dawiyê kir

Dîwana Şahaneyê ya Behreynê koça dawiyê ya Serokwezîrê Behreynê Mîr Xelîfe Bin Selman Al Xelîfe ragihand.

Navenda Nûçeyan (K24) – Dîwana Şahaneyê ya Behreynê koça dawiyê ya Serokwezîrê Behreynê Mîr Xelîfe Bin Selman Al Xelîfe ragihand.

Ajansa Nûçeyan a Behreynê ragihand, Mîr Xelîfe Bin Selman vê sibehê di temenê 85 saliyê de li Nexweşxaneya Mayo Clinic a Amerîkayê koça dawiyê kir.

Xelîfe Bin Selman yekem serokwezîr e li cîhanê ku demeke dirêj li ser desthilatê ye. Ji sala 1971'an û vir ve (49 sal in) serokwezîr e.

Serokwezîrê Behreynê di sala 1935 'an de ji dayik bû.