Ormiye di rewşa sor a balavbûna Koronayê de ye
Rojhilatê Kurdistanê bi giştî û parêzgeha Ormiyê bi taybetî di nava rewşeke hestiyar de ne. Ormiye di rewşa sor a balavbûna vîrûsa Koronayê de ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojhilatê Kurdistanê bi giştî û parêzgeha Ormiyê bi taybetî di nava rewşeke hestiyar de ne. Ormiye di rewşa sor a balavbûna vîrûsa Koronayê de ye. Li gorî amarên fermî, li wê parêzgehê rojane nêzî hezar kesî bi Korona dikevin û 20 kes jî canê xwe ji dest didin.
Heta niha li Ormiyê tenê, nêzî 2 hezar û 200 kesî ji ber nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane. Li gel wê jî rêjeya xweparastina ji Koronayê ne di asta pêwîst de ye.
Li gorî amarên zanîngehên bijîşkî yên parêzgehan, li Rojhilatê Kurdistanê 4 hezar û 959 kesan ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane. Welatî dibêjin, Koronayê di her malbatekê de heye. Rayedar jî venaşêrin, rewşeke pir zehmet e û reng e ji kontrolê derkeve.
Rayedar ji bo nirxandina rewşê banga kerentînekirina giştî dikin. Lê welatî êdî kerentînê wek çareserî nabînin û dibêjin, kerentînekirin rewşa xelkê aloztir û dijwartir dike.
Duhî Parêzgarê Ormiyê Mihemed Mehdî Şehreyarî ragihand, wan biryar daye ji demjimêr 6ê êvarê heta 6ê sibê ji bilî sektora tendirûstiyê, tevahiya cihên din yên parêzgehê bigirin. Kesên pabend nebe jî, ceza bidin.
Biryar e ji hefteya bê ve, li Kirmaşan û Sine jî tedbîrên bi heman rengî bên girtin. Lê belê Serokê Zanîngeha Bijîşkî ya Ormiyeyê Cewad Aqazade di wê baweriyê de ye ku rewş ne baş e û bi van tedbîran nayê kontrolkirin.