Li Stenbolê ji bo pîran qedexeya derketina derve hat ragihandin
Parêzgariya Stenbolê qedexeya derketina derve ya sinordarkirî ji bo welatiyên temênê wan li ser 65 salîyê re ragihand.
Stenbol (K24) – Parêzgariya Stenbolê qedexeya derketina derve ya sinordarkirî ji bo welatiyên temênê wan li ser 65 salîyê re ragihand. Li gor vê biryarê welatiyên Stenbolê yên temenê wan li ser 65 saliyê re dê tenê dinavbera saet 10 sibê û 4 ê êvarî bikarin biçin derve. Ev biryar ji aliyê hinek welatiyan ve bi kêfxweşî hat pêşwazî kirin lê hinek welatî dibêjin ev rêbaz mirovên pîr ji koronayê naparêze.
Li Stenbolê ji bo welatiyên temenê wan li ser 65 saliyê re qedexeya derketina derve ya sinordarkirî hat ragihandin.Li gor vê biryara parêzgariya Stenbolê êdî kesên temenê wan li ser 65 saliyê re dê di navbera saet 10 sibê û 4ê êvarî bikarin biçin derve. Kesên piştî van saetan derbikevin derve jî dê bêne ceza kirin. Li gor hinek welatiyan di vê rewşa niha de ev biryar di cih de ye û ji bo parastina tendirustiya wan pêwîstbû biryarek wiha bihatiya dayîn.
Lı gor hinek welatiyên jî ev biryar nikare mirovên pîr ji nexweşiya koronayê biparêze çimko her çiqes ew dernekevin derve jî zarokên wan diçin derve û dikarin bi xwe re koronayê bînin mala wan lewma pêwîst e rêyek dî ya bergiriyê bê dîtin.
Li Stenbolê ji ber zêdebûna haletên koronayê beriya niha destur dihat dayîn kesên temenê wan li ser 65 salîyê re heta saet 8 ê şev biçin derve.Lê piştî niha mirovên pîr dê tenê 6 saetên rojê bikarin biçin derve. Bi rêya vê jî tê xwestin mirovên pîr ji koronayê bê parastin.