"Pompeo nexwest Erdogan û Çavusoglu bibîne!"

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Mike Pompeo, li 7 welatan digere û hevdîtinan li gel rêveber û berpirsên wan pêk tîne. Lê her çend serdana Tirkiyeyê bike jî nexwest serokkomar û wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê bibîne.

Derheqê vê krîza siyasî de, rayedarekî ji Tirkiyeyê ku nexwestiye navê wî aşkira bibe agahiyên taybet dan Bloombergê.

Li gor encamên hilbijartinên DYA yên 3yê meha mijdarê Donald Trump têk çû. Lewma dê serok û wezîrên nû bên destnîşankirin. Pompeo bi mebesta xwatirxwestinê serdana 7 welatan dike.

Pompeo li gel serok û wezîrên wan welatan dê hevdîtinan pêk bîne lê ji xeynî yên Tirkiyeyê.

Di serdana xwe ya Tirkiye de dê ser li Dêra Patrîk a Fener dide.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu dixwaze li gel Pompeoyî hevdîtinê pêk bîne. Pompeo jêre dibêje, "Heger dixwazî min bibînî -ji Enqereyê- were Stembolê."

Lewma di navbera rêveberiya Tirkiye û DYE'yê de dilsarî çêbûye.

Fly Erbil Advertisment