Li Tirkiyê renimayên Koronayê hatin zêdekirin

Li gor van rênimayên êdî li Tirkiyê şevên şemî û yêkşeman derketina derve hatiye qedexe kirin.

 

Stenbol (K24) – Li Tirkiyê ji ber zêdebûna haletên koronayê biryara tund kirina rênimayan hat dayîn. Li gor van rênimayên êdî li Tirkiyê şevên şemî û yêkşeman derketina derve hatiye qedexe kirin. Herwiha ji bo mall,market,xwaringeh û gelek cihên dî jî biryara tundkirina rênimayan hatiye dayîn. Hinek welatî dibêjin ev biryar têra parastina tendirustiya welatiyan nake û pêwîste bergirî bên zêde kirin.

Ji ber zêdebûna haletên koronayê ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê ve biryara tundkirina bergiriyan hat dayîn.Li gor van bergiriyan êdî li Tirkiyê rojên şemî û yekşeman ji saet 8 şevê heta 10 sibê derketina derve hatiye qedexe kirin. Li gel vê yêkê ji bo mall, market û cihên ciwankariyê jî saetên karkirinê hatîne guherandin. Herwiha êdî li xwaringeh û cafe yan jî rûniştin hatiye qedexe kirin û gelek biryarên dî jî hatîne dayîn. Li gel sitandina van biryaran dinav welatiyan de jî nêrînên cûda peyda bûne. Li gor hinek welatiyan pêwîst e rênimayên tundttir bên wergirtin, çimko ev bergirî dê têra parastina tendirustiya welatiyan neke.

Li gor hinek welatiyan jî êdî rê li ber belavbûna koronayê nikare bê girtin lewma hem karê welatiyan hem jî yên hikûmetan gelek zehmete û ya herî giring ewe ku herkes xwe biparêze û bergiriyên xwe bigire.

Di nav van bergiriyên herî dawî hatîn dayîn de ji bo dibistan,cihên werzişê ,salonên sînema û gelek cihên dî yên ku qerebalixa mirovan lê kom dibin jî hinek biryarên nû hatîne sitandin. Herwiha ji aliyê hikûmeta tirkiyê ve hatiye ragihandin li gor rewşê dibe ku ew bergiriyan tundttir jî bikin.