Beytocan ji nexweşxaneyê derket

Hunermendê Kurd Beytocan ji nexweşxaneyê derket û niha rewşa wî ya tendirustiyê baştir e.

Navenda Nûçeyan (K24) - Hunermendê Kurd Beytocan ji nexweşxaneyê derket û niha rewşa wî ya tendirustiyê baştir e.

Li gor agahiyên ku birayê Beytocan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kiriye, rewşa tendirustiya Beytocan niha baş e, ji nexweşxaneyê hatiye derxistin û li malê çavdêriya rewşa tendirustiya wî tê kirin, lê belê ji bo hin çareseriyan dê car caran wî bibin nexweşxaneyê.

Hunermendê bi navûdeng ê Kurd Beytullah Gunerî ku bi navê Beytocan tê nasîn û li Swêdê dijî, heyamek e bi nexweşiya pençeşêrê ketiye û ji ber rewşa tendirustiya wî xerab bûbû, demek berî niha ew rakiribûn nexweşxaneyeke Stockholmê û di bin çavdêriya hûr de bû.

Beytocan sala 1955an li navçeya Farqînê ya ser bi Diyarbekirê ya bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û demek e li Swêdê dijî.