Li Amerîkayê di serdema Trump de 7 kes hatine darvekirin
17 sal bû, cezayê darvekirinê nedihat cîbicîkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Amerîkayê di serdema Donald Trump de heft kes hatine darvekirin, ji bo kesê heştem, Dadgerê Dadgeha Federalî ya Amerîkayê biryara rawestandina cezayê darvekirinê da.
Li Amerîkayê 17 sal in cezayê darvekirinê nedihat cîbicîkirin û hatibû rawestandin, lê di van salên dawî de Trump ev ceza car din aktîv kir.
Dadgerê Dadgeha Federalî ya Amerîkayê ragihand ku divê welatî bawer bikin ku biryara darvekirinê bi awayekî mirovî tê cîbicîkirin.
Welatiyekî bi eslê xwe ji Efrîqayê bi navê Orlando Hall, biryar bû duh pêncşemê were darvekirin, ew di sala 1995an de ji aliyê desteya sondxwarî ve, ku hemû çermspî bûn, bi destdirêjiya ser keçeke 16 salî û kuştina wê hatibû tawanbarkirin.
Parêzerên vê dozê dibêjin ku ev biryar rengdana fikra nijadperestiyê ye, ku li Amerîkayê li hember welatiyên reşik tê meşandin, bi awayekî ku %45ê kesên ceza bi ser wan de têne sepandin, çermreş in, lê ji hemû nişteciyên Amerîkayê, welatiyên çermreş ji %13ê nişteciyên Amerîkayê pêk tînin.