Amerîka firokeyên şer ên B-52 dişîne Rojhilata Navîn
Artêşa Amerîkayê hejmarek ji firokeyeyên şer ên ji cureya B-52 dişîne Rojhilata Navîn. Ev di demekê de ye, Trump beriya çend hefteyan ragihandibû, dê beşek ji hêzên Amerîkayê ji Iraq û Efxanistanê vekişin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Amerîkayê hejmarek ji firokeyeyên şer ên ji cureya B-52 dişîne Rojhilata Navîn. Ev di demekê de ye, Serokê Amerîka Donald Trump beriya çend hefteyan ragihandibû, dê beşek ji hêzên Amerîkayê ji Iraq û Efganistanê vekişin.
Artêşa Amerîkayê firokeyên şer B-52 şandin Rojhilata Navîn û di daxuyaniyekê de ragihand, armanca şandina wan firokeyan, ji bo "bersivdayîna dijminan û parastina hevpeymanên me ye".
Di daxuyaniya Serkirdayetiya Hêzên Navendî yên Amerîkayê de hatiye, hêzên wan ji baregeha leşkerî ya Dacotta Bakur ve firokeyên şer B-52 şandine Rojhilata Navîn. Bêyî ku cihê bicihbûna wan firokeyan eşkere bikin.
Firokeya B-52 yek ji firokeyên stratejîk ên Amerîkayê tê dîtin. Dikare 70 ton çek û teqemeniyan hilgire. Herwiha dikare zêdetirî 8 hezar û 800 mîlan qut bike, bêyî ku hewcedariya wê bi sotemeniyê hebe.
Ev yek di demekê de ye, wezîrê nû yê berevanîya Amerîka Christopher Miller roja Pêncşema derbasbûyî ragihandibû, heta meha Çileya yekem a sala bê, ew ê tenê 2500 leşkerên Amerîkayî li Afganistanê û 2500 leşkerên Amerîkî li Iraqê bihêlin. Niha 3000 leşkerên Amerîkayî li Iraqê mane û 4500 jî li Afganistanê ne.
Dema Amerîkî di Çileya îsal de di operasyoneke esmanî de Fermandarê Lîwaya Qudisê ya Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Suleymanî li Bexdayê kuşt. Wê demê jî, Amerîka şeş firokeyên B-52 şandin Girava Dîego Garsiya ya li Okyanûsa Hîndî.