Borrell: Rêkeftina atomî ya ligel Îranê ji bo Ewropayê girîng e
Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell tekez kir ku rêkeftina atomî ya ligel Îranê ji bo ewlehiya Ewropayê girîng e.
.jpg)
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell tekez kir ku kuştina zanayê atomî yê Îranî Muhsîn Fexrîzade "karekî tawankarî ye" û rêkeftina atomî ya ligel Îranê ji bo ewlehiya Ewropayê girîng e.
Josep Borrell diyar kir: “Rêkeftina atomî ya ligel Îranê ji bo ewlehiya Ewropayê girîng e û divê em ji bo parastina wê bixebitin.”
Borrell destnîşan kir: “Terorkirina Fexrîzade karekî tawankarî bû û ev ji bo çaresekirina kêşeyan rêyek nîne.”
Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell herwiha got: “Hinek hene naxwazin rêkeftina atomî berdewam bibe, lê tevî vekişîna Amerîkayê, me hewl da biparêzin. Ez hêvî dikim ku em bikarin Tehran û Washingtonê bicivînin û Îran û Amerîka vegerin ser pabendbûna bi temamê rêkeftinê.”
Herwiha eşkere kir: “Rêkeftin ji bo asayîşa me girîng e, loma em ji bo parastina wê rêkeftinê dixebitin û em hêvî dikin ku em bikarin rê li ber Îranê bigrin ku nebe hêzeke atomî û bêyî rêkeftin jî dê wisa be.”