Serok Barzanî û Usame Nuceyfî geşedanên herî dawî gotûbêj kirin
Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Partiya Ji bo Iraqê Yekbûn Usame Nuceyfî kir

Hewlêr (K24) - Serok Mesûd Barzanî îro pêncşemê 10ê Kanûna 2020an li Selahedîn pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Partiya Ji bo Iraqê Yekbûn Usame Nuceyfî kir.
Di vê hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê hate nirxandin û ronahî xistin ser peywendiyên Hewlêr û Bexdayê.
Her di vê hevdîtinê de tekezî li ser peywendî û hemahengiya di navbera her du aliyan de kirin.