Çêkirina xaliyan ji bo jinan bûye derfeteke kar

Songul Buldî niha 3 atolyeyên dariştin û çêkirina xaliyan li Diyarbekirê birêve dibe.

Çêkirina xaliyan
Çêkirina xaliyan

Diyarbekir (K24) - Songul Buldî ku niha 3 atolyeyên dariştin û çêkirina xaliyan li Diyarbekirê birêve dibe, tîne ziman ku wek jinekî, wê gelek zehmetî kişandine û hin caran hatiye asta ku dest jê berbide, lê tîne ziman ku ji bo armanc û xeyalên xwe pêk bîne, mil daye hemû zehmetî û astengiyan û dixwaze bi kirinên xwe ji bo jinan bibe mînaqeke baş.

Songul Buldî ji 10 saliya xwe ve bi karê çêkirina xaliyan re hevnas bûye û ji bo ku di vê pişeyê de; xwe bipêş bixe her hewlan daye. Songul Buldî, piştî ku hûrguliyên kar fêr dibe û dibe şarazayeke xaliyan, ewil keçikên ku dixwazin kar bikin, perwerde kiriye û niha jî li 3 atolyeyan, 50 keç û jin, di atolyeyên wê de kar dikin û pare qezenc dikin.

Songul Buldî tîne ziman ku wê bêy ku tu piştgirî werbigre, karê xwe zêde kiriye û ji ber pêşketinên siyasî, civakî û aborî gelek caran, zirarên mezin kiriye û bi gelek zehmetiyan re rûkal maye. Lê hewlên xwe berdewam kiriye û niha şanaz e ku bi şagirt û xebatkarên xwe re aboriya xwe hildiberînin.

Songul Buldî ji K24ê re got: "Dema ku ez li derve bêhnteng dibim û pirsgirêkan dijîm, têm vê derê û hemû pirsgrêkan ji bîr dikim. Ji ber ku bi kêfxweşî dikim, zehmetiya vî kara ji bo min nîn e. Lê armanca min ew e ku ji keç û jinên me re bibim mînaq da ku xwe bipêşbixin. Gelek caran jî me wek mînaq dibînin. Wek mînaq li navçeya Hênê, dema ku me atolye vekir, gişt malbatan nedihiştin ku qîz werin atolyeyê. Piştî ku me dîtin, bawerî anîn, wê helwesta xwe guhartin. Ji ber ku beriya me keç û qiz nikaribûn derbikevin kuçeyê jî û em bûn mînaqeke baş."

Songul Bûldî ji sala 2012'an ve atolyeyên çêkirina xaliyan saz kiriye û li ser xaliyan, li gel neqşên Osmanî û heyî, neqşên heremî û xwerû jî li gor daxwazan dide dariştin.

Denîze Kiziltepe jî li zaningehê laborantî dixwîne û di destpêkê de ji bo xercên xwe yên rojane bidest bixwe hatiye atolyeyê, lê piştî re xwestiye ku vî kara wek huner û pişeyekî fêr bibe.

Denîze Kiziltepe dibêje: "Min dît ku ez fêrî pîşeyeke nû dibim. Li gel zaningehê, ez pişeyeke din jî fêr dibûm û ji aliyê din de jî, çêkirin û dariştina xaliyan wek terapiyekiye; weka ku em bi hevalên xwe re bipeyîvin, bi xaliyan re derd û kêfxweşiyên xwe parve dikin, loma jî gelek xweş e."

Berfîn Acet jî tîne ziman ku wê dest ji xwendinê berdaye, lê li vê atolyeyê xwe gelek baş hêst dike û vî kara wek derfetekî girîng dibine.

Berfîn Acet diyar kir: "Wexta ku vê derê nû vebû, haya min jê tunebû. Lê hevalên min dihatin vê derê. Hevalên min gotin pişeyeke gelek xweş e. Ji ber ku min dest ji xwendinê berdabû jî dixwestin ez karekî fêr bibim. Ez jî ji bo pişeyekî fêr bibim hatim û di destpêkê de hindek zehmet bû, lê piştre ku ez fêr bûm gelek baş bû û xweş e."

Li gor mazinahiya xaliyan yên 4 metre kare û 6 metre kare ne teqrîben di navbera 2 meh û nîv 3 mehan de bi kedeke mezin amade dibin. 2 cureyên ku ji tayên rîs û ji tayên hevrişîm tên çêkirin yên xaliyan hene. Xalî û xalîçeyên ku hatine çêkirin, di destpêkê de ji bo bazara navxweyî hatine firotin, Lê niha ji bo Emerîka, û gelek welatên li Ewrûpayê jî tên firotin.