Amerîka: Amade ne bersiva her êrîşeke Îranê bidin

Fermandarê Hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn diyar kir, ew amade ne di salvegera kuştina Qasim Silêmanî de bersiva her êrîşeke Îranê bidin.

Leşkerekî Amerîkî li Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê
Leşkerekî Amerîkî li Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn diyar kir, ew amade ne di salvegera kuştina Qasim Suleymanî de bersiva her êrîşeke Îranê bidin.

Fermandarê Hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn Frank McKenzie diyar kir, eger Îran di salvegera yekemîn a kuştina Qasim Suleymanî de êrîşî armancên Amerîkayê bike, Washington amade ye bersivê bide.

McKenzie got: “Em amade ne xwe û hevalên xwe yên li herêmê biparêzin.”

Her wiha destnîşan kir, wî serdana Bexdayê kir û li wir bi Fermandarê Hêzên Hevpeyamniya Navdewletî Paul Calvert û Fermandarê Giştî yê Iraqê Ebdulemîr Yarallah re civiya. Herwiha serdana hêzên Amerîkayê li firokxaneya leşkerî ya Tinifê ya Sûriyê kiriye.

Ev di demekê de ye ku hejimarek ji grûpên çekdar li Îraqê di salvegera kuştina Qasim Suleymanî û Ebûmehadî Muhendis de gefa êrîşkirina ser hêzên Amerîkî dixwin. Di çend rojên derbasbûyî de jî wek amadekarîyên ji bo bîranîna wan, hin firaksiyon û parlemanteran wêneyên Qasim Silêmanî û Ebûmehdî Muhendisên li nava Parlamentoya Iraqê rakiribûn.

Roja 3ê Çileya 2020an di êrîşeke esmanî ya Amerîkayêde Fermandarê Feyleqa Quds a Supaya Pasdaran Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Heşda Şeibî Ebûmehdî Muhandis li nêzî firokxaneya Bexdayê hatin kuştin.

Fly Erbil Advertisment