Li Amerîkayê hejmara pêketiyên koronayê 19 milyon kesan derbas kir

Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê gihiştiye 19 milyon û 210 hezar û 166 kesan
Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê gihiştiye 19 milyon û 210 hezar û 166 kesan

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê (Covid-19) berdewam zêde dibe.

Li Amerîkayê heta niha zêdetirî 338 hezar kesan ji ber pêketina bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Li gor amarên dawî yên îro 26ê Kanûna 2020an bi giştî hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li Amerîkayê gihiştiye 19 milyon û 210 hezar û 166 kesan.

Heta niha li Amerîkayê 338 hezar û 263 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û herwaha 11 milyon û 257 hezar û 711 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.