Xez'elî: Destê kompaniyeke Brîtanî di kuştina Qasim Suleymanî de hebû
Serokê Tevgera Esayîb a Şîe, Qeys Xez'elî ragihand; Kompaniya G4S a Brîtanî ji asayîşa Balafirgeha Bexdayê berpirs e.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Tevgera Esayîb a Şîe, Qeys Xez'elî ragihand; Kompaniya G4S a Brîtanî ji asayîşa Balafirgeha Bexdayê berpirs e û ew kompanî di kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis de beşdar bû.
Qeys Xez'elî dibêje; ew kompaniya ku ji bo parastina asayîşa balafirgehê peyman îmze kiriye, di êrîşa ser karwana otomobîlên Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis de beşdar bûye, ku serê sibeha roja 3yê Çileya 2020an, bûn armanca firokeyên Amerîkayê.
Xez'elî herwiha eşkere kiriye ku li gor rêkarên peyrewkirî, divê kompanî li nêzîkî her balafirek ku dadikeve, amade be, lê wê rojê otomobîleke kompaniyê li nêzîkî rêya rêwiyan rawestiyabû.