Li Hewlêrê piştî nemana nexweşan nexweşxaneyeke Koronayê hat girtin

Piştî ku nexweşê herî dawî yê vîrûsa Koronayê tedawî bû û çû mala xwe, nexweşxane hat girtin.

Bijîşk û karmendên nexweşxaneyê, wêneyeke bîranînê kişand
Bijîşk û karmendên nexweşxaneyê, wêneyeke bîranînê kişand

Hewlêr (K24) – Li Hewlêrê piştî ku nexweşê herî dawî yê vîrûsa Koronayê tedawî bû û çû mala xwe, nexweşxane hat girtin.

Li gor amarên rojane yên Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê, her ku diçe hejmara pêketin û mirinên ji ber vîrûsa Koronayê kêm dibe, ev jî bi rêya rêkarên pêwîst pêk hat, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê cîbicî dike.

Ji destpêkê ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê lijneyeke payebilind ji bo têkoşîna li dijî vîrûsa Koronayê (Covid-19) pêk aniye û rêkarên tund û pêwîst cîbicî dike, da ku welatiyên Herêma Kurdistanê ji metirsiya vîrûsê werin parastin.

Çend roj berê jî, Rêveberiya Nexweşxaneya Rizgarî ya li bajarê Hewlêrê jî ragihand ku nexweşxane êdî tenê ji bo nexweşên Koronayê taybet nîne, piştî paqijkirinê, dê hemû beşên din werin vekirin.

Heta niha li Herêma Kurdistanê zêdetirî 102 hzar kes bi Koronayê ketin, 3 hezar û 337 kes ji ber vê vîrûsê jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 69 hezar pêketî, hatin tedawîkirin û çûn mala xwe.

null
null
null