Li bakur û Tirkiyê 253 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa Koronayê 253 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa Koronayê 253 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber Koronayê mirine, gihişt 20 hezar û 388 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 29ê Kanûnê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 15 hezar û 805 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 2 hezar û 783 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 2 milyon û 178 hezar û 580 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 21 hezar û 4 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 2 milyon û 58 hezar û 437 kesan.