Li rojavayê Kurdistanê 69 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 69 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Nexweşxaneya Gel a Dêrikê
Nexweşxaneya Gel a Dêrikê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 69 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 69 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 5 kes li Hesekê, 1 kes li Qamişlo, 9 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Legê, 4 kes li Kobanî, 32 kes li Tebqayê, 6 kes li Reqayê, 5 kes li Minbicê, 1 kes li Dêrezorê û 5 kes jî li Şehbayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 8 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8024 kesan, ji wan 1138 kes baş bûne û 271 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.