Li bakur û Tirkiyê 254 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa Koronayê 254 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa Koronayê 254 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber Koronayê mirine, gihişt 20 hezar û 642 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 30yê Kanûnê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 15 hezar û 692 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 2 hezar û 612 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 2 milyon û 194 hezar û 272 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 20 hezar û 192 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 2 milyon û 78 hezar û 629 kesan.