Li rojavayê Kurdistanê 43 kesên din bi Koronayê ketin
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 43 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 43 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniyê; li rojavayê Kurdistanê 3 kesan bi vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest dane.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 43 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 8 kes li Hesekê, 7 kes li Qamişlo, 8 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Legê, 1 kes li Tirbespiyê 4 kes li Kobanî, 9 kes li Tebqayê, 2 kes li Reqayê, 2 kes li Minbicê, 1 kes jî li Şehbayê ye.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 10 kes jî baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8067 kesan, ji wan 1148 kes baş bûne û 274 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.