Li Tirkiyê 15 kes bi cûreya nû ya Koronayê ketine
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand; 15 pêketiyên cûreya nû ya vîrusa Koronayê hatine tomarkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand; 15 pêketiyên cûreya nû ya vîrusa Koronayê hatine tomarkirin.
Fahrettin Koca eşkere kir; hemû geştên navbera Tirkiye û Brîtanyayê hatine rawestandin û ragihand ku ew kesên ku bi cûreya nû ya vîrusa Koronayê ketine, hatine karantînakirin û di bin kontrolê de ne.
Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson ragihandibû ku li başûrê rojhilatê Brîtanyayê cûreyeke nû ya vîrusa Koronayê hatiye dîtin û ew vîrus li gor vîrusa niha, bi rêjeya %70 zêdetir bilez belav dibe.
Ev di demekê de ye ku li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 12 hezar û 203 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 212 kesan jî bi Koronayê jiyana xwe ji dest dan.
Li gor amarên hatine belav kirin, di nava 24 demjimêrên borî de 158 hezar û 103 pişkinînên Koronayê hatine kirin ku encamên 12 hezar û 203 ji wan pozîtîf derketine.
Hejmara kesên ku heta niha li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi vîrusa Koronayê (Covid-19) ketine, gihîştiye 2 milyon û 220 hezar û 855 kesan. Ji wan 21 hezar û 93 kesan canê xwe ji dest dane û heta niha 2 milyon 114 hezar û 760 kes ji vê vîrusê rizgar bûne.