Korona.. Li Awistralya rênimayên nû
Polîsên New South Wales dibêjin ku ev biryar ji roja duşemê ve bi cî dibe û roja yekşemê weke derfet dan ji bo xelk maskan bikirin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Rênimayên nû li Awistralya hatine sepandin bi taybet li Sydney, ew jî bikaranîna neçara maskan ji bo parastinê ji virusê covid-19, eger na jî dê siza bi buhayê 153 dolarên Emêrîkî bê sepandin.
Polîsên New South Wales dibêjin ku ev biryar ji roja duşemê ve bi cî dibe û roja yekşemê weke derfet dan ji bo xelk maskan bikirin.
Rêveberê tendirustiya New South Wales tekez kir ku bikaranîna maskê ji bo rêgiriyê hember belavbûna virusê gelek girînge..
Rêveeberê tendirustiyê li wîlayeta New South Wales Brad Hazzard dibêje, "Eger sedemeke xurt nebe ji ber nebikaranîna mask, dê siza hebe, ez dizanin ku hin kes hîn li male ne û derneketine ji bo kirîna mask, û ji nû ve derdikevin ji bo maskan bikirin, dem hat her kes maskan bikar bîne."
Mask dê li bazaran û di amêrên veguhestinê de û peristgehan û salonên ciwankarî û deverên giştî bê sepandin..
Keşe David Taylor jî dibêje, "Min ji xelkê re da xuyakirin ku divê di kelîseyê de maskan bikar bînin, ew jî beriya biryara serokêwezîran jî, û xelk ji wê demê ve pabendin."
Rênimayên nû di demekê de ne ku fişar li ser Awistraliya zêde dibe û hijmara pêketiyên Covid-19 bilind dibe, ku hijmara pêketiyan li wî welatî giha 364 hezar û 6275 jî can ji dest dane.