Li rojavayê Kurdistanê 14 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 14 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û kesekî jiyana xwe ji dest da.

Nexweşxaneya Covid-19 ya Hesekê
Nexweşxaneya Covid-19 ya Hesekê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 14 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û kesekî jiyana xwe ji dest da.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniyê; li rojavayê Kurdistanê kesekî bi vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 14 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 4 kes li Qamişlo, 5 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Legê, 1 kes li Tirbespiyê 1 kes li Til Temir, 1 kes li Reqayê, 1 kes jî li Şehbayê ye.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 1 kes jî baş bûye.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8113 kesan, ji wan 1150 kes baş bûne û 276 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.