Li Mêrdîna kevin 240 avahî tên hilweşandin

Li Mêrdînê bo parastina dîmenê resen ê bajêr 240 xanî tên ruxandin.

Bajarê Mêrdînê
Bajarê Mêrdînê

Mêrdîn (K24) – Ji aliyê Parêzgeriya Mêrdînê ve hat ragihandin ku bi piştgiriya Wezareta Bajarvaniyê dê li Mêrdîna kevin 240 avahî werin ruxandin. Armanc ji vê projeyê ew e ku dîmenê dîrokî û resen ê Mêrdînê derbikeve holê.

Bajarê ku di dîroka şaristaniyê de wek remzek pêkvejiyanê tê pênasekirin Mêrdîn herî gelek bi dîmenê xwe yê mîmariya dewlemend nîşan dide di bîra mirovan de cih girtiye. Lê ji ber ku di nava wî dîmenê bedew de xaniyên ji motîfên dîrokî dûr hatine avakirin ew dîmenê cawaz her ku diçe dikeve bin xetereya nemanê. Parêzgeriya Mêrdînê jî bo parastina dîmenê resen ê Mêrdînê biryara ruxandina 240 avahiyan da. Serokê Komeleya Parastin û Xwedîlêderketina Nirxên Mêrdînê Mehmet Beşîr Guneş amaje kir ku demeke dirêj bu wan daxwaza vê xebatê dikir û keyfxweşin dê were cîbicîkirin.

Mehmet Beşîr Guneş ji K24ê re got: "Projeyek gelek xweşik e. Ev dîmen 1500 sal in wisa ye lê di demên dawîn de ji ber van avahiyan kirêt dibe. Em jî wisa hêvî dikin. Berî niha jî hewila tiştek wisa dan lê nîvco hiştin berdewam nekir."

Di sala 2019an de ji 2 milyonî zêdetir geştiyaran serdana Mêrdînê kirin û di sala 2020an de ev hijmar ji ber pandemiyê daket 170 hezarî. Niha jî bi piştgiriya Wezareta Bajarvaniyê tê xwestin Mêrdîn vegere ser derba xwe ya berê. Geştiyarkar Murat Ozgur dibêje dema ku dîmenê resen yê Mêrdînê derbikeve holê dê hijmara geştiyaran jî zêdetir bibe.

Geştiyar Murat Ozgur dibêje: "Ji bo geştiyarên tên Mêrdînê, dîmenê rasteqîn û resen ê Mêrdînê bibînin xebateke girîng e. Her wşha ev xebatdîroka rastî jî derdixe holê. Wê sudê bide qada geşt û guzariyê. Daxwaza me ew eku dema xanî werin ruxandin, avahiyên dîrokî zirarê nebînin û bi hesasiyeteke mezin vî karî bikin."

Di sala 2009an e jî di çarçoveya geşepêdanê de ji Yekîtiya Ewropayê piştgirî hatibu wergirtin ku avahiyên zirarê didin dîmenê bajêr werin ruxandin. Lê ev xebat heta 2010an berdewam kir û paşê rawestiya. Niha Mêrdînî li bende ne ku vê carê proje pêk were û Mêrdîn bigihîje reng û dîmenê xwe yê resen.

Fly Erbil Advertisment