Li rojavayê Kurdistanê 4 kesên din bi Koronayê jiyana xwe ji dest dan

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 40 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Nexweşxaneya Covid-19 ya Hesekê
Nexweşxaneya Covid-19 ya Hesekê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 40 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniyê; li rojavayê Kurdistanê 4 kesan bi vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 40 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 5 kes li Hesekê, 3 kes li Qamişlo, 6 kes li Dêrikê, 1 kes li Rimêlan, 7 kes li Kobanî, 1 kes li Til Temir, 1 kes li Reqayê, 2 kes li Şehbayê, 3 kes li Dêrezorê, 11 kes jî li Tebqayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 7 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8153 kesan, ji wan 1157 kes baş bûne û 276 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.