Dadgeheke Iraqê biryara girtina Trump da
Dadgeheke Iraqê bi tometa kuştina cîgirê Serokê Heşda Şeibî Ebûmehdî Mihemdis, biryara girtinê derbarê Serokê Amerîka Donald Trump de da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Lêpirsînê ya navçeya El-Resafa ya Bexdayê îro, bi tometa kuştina cîgirê Serokê Heşda Şeibî Ebûmehdî Mihemdis, biryara girtinê derbarê Serokê Amerîka Donald Trump de da.
Li gor daxuyaniya Encûmena Dadweriyê ya Bilind li Iraqê: “Piştî ku dadwerê pispor ê di Dadgeha Lêpirsînê El-Resafa de yê ku lêpirsînê di kuştina El-Muhendîs û hevalên wî de dike gotinên endamên malbata wî nivîsandin û lêpirsînên destpêkê temam bû, biryara girtina Serokê Amerîka Donald Trump da.”
Diyar kir jî, “Ev biryar li gor madeya 406 a Yasaya Cezayên Iraqê hatiye dayîn û lêkolîn dê berdewam be ji bo naskirina beşdarbûyên din ên tawanê, çi Îraqî û çi jî biyanî bin".
Ebûmehdî Mohemd roja 3.1.2020an ligel Fermandarê Feyleqa Qudisê ya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî li nêzîkî firokexaneya Bexdayê ji aliyê firokeyeke bêfirokvan a Amerîka ve hatibû kuştin.