Li Herêma Kurdistanê 4 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê ji koma 104 hezar û 055 pêketiyan, 77 hezar û 068 kes ji wê vîrûsê baş bûne.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 80 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 80 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 30 kes li Hewlêrê, 34 kes li Silêmaniyê, 14 kes li Duhokê, 1 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.
Wezaretê diyar kir, 4 kesan ji ber vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 1 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê û 1 kes li Duhokê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 976 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 104055
Mirin: 3410
Başbûn: 77068
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.