Li Tirkiyê 194 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 194 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 194 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 22 hezar û 264 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 7ê Çileyê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 12 hezar û 171 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 1 hezar û 370 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 2 milyon û 296 hezar û 102 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 8 hezar û 211 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 2 milyon û 172 hezar û 251 kesan.