Sala borî nêzî 17 milyon kes ji mal û warên xwe koç kirine
Raporên ku li ser guhêrîna sirûştê hatine ragihandin, qeyran û karasatan ji bo hemû mirov û giyanan destnîşan dike.
Diyarbekir (K24) – Raporên ku li ser guhêrîna sirûştê hatiye ragihandin, qeyran û karasatan ji bo hemû mirov û giyanan dest nişan dike. Di raporên Greenpeace û IPCC'yê de bal tê kişandin ku ji ber Germbûyîna Cîhanê û guhêrîna rêba ya cîhanê di sala 2020'an de 350 hezar kes canê xwe jidest dane. Kêmtirîn 17 milyon kes jî ji mal û warên xwe koç kirine.
Saziyên navdewletî ku ji bo hevhengiya xwezayê bê parastin û sedemên tênçûyîna siruştê ji holê bên rakirin raporan amade dikin û bi daneyên şênber rewşa xirabbûyîna sirûştê aşkere dikin û hişyarî didin mirovahiyê, balê dikşînin ku bergirî neyên girtin di demeke nêz de qeyranên mezintir, piştre jî qarasatên mezintir dê bi ser mirovahî û hemû giyanan de dest pê bikin.
Serokê Komeleya Parastina Xwezayê Çev-Der'ê yê Wanê Alî Kalçik ku di amade kirina raporên li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê de jî hevkarî dike. Balê dikşîne ku mirov xwe wek xwediyê xwezayê-sirûştê dibînin û ev helwest jî buye sedem ku hevhengiya xwezayê ji %90 zêdetir bi destwerdanên mirovan têk biçe.
Alî Kalçik ji K24ê re got: "8'ê Rêbendanê ye, ne berf heye ne jî baran. Li her derê hişkesalî heye. Ev jî qarasat e, hem ji bo sirûştê, hem ji bo hemû giyanan û hem jî ji bo mirovahiyê. Heger ev rewş wiha bidome, jixwe qiyameta mirovahî û dinyayê ye. Sotemeniyên fosil divê qedexe bin, enerjî jî divê ji tavê bê bidest xistin ku tav mezintirîn çavkaniya enerjiyê ye û her tim heye. Heger ku ava me qirêj be, hewa me qirêj be, axa me qirêj be, jiyana me qirêj dibe. Em dibêjin av jiyan e, wexta ku av qîrêj be, ax qirêj be jixwe jiyan jî namîne."
Di raporê de bal tê kişandin ku di sala 2020'an de germahiya dinyayê di asta pleyên metirs de ye û ji %62 zêdetir berf û cemeda ku sarınca dinyayê ne heliye ne, karbondîoksît ji 350 ppm derbas buye û hişkesalî her diçe zêde dibe; loma jî divê di sala 2021'an de rojeva serekî ya mirovahiyê mijara guhêrîna sirûştî be.
Akademisyenê Zaningeha Dîcleyê Azîz Yagan jî balê dikşîne ku ji sala 1990'an û virve, raporên ku ji aliyê saziya navneteweyî IPCC'yê ve ji 6 salan carek tê amade kirin, bi dewletan re jî tê parve kirin û bi peymana Parîsê jî metirsiya guhêrîna sirûştê hatiye pesand kirin û dîtin. Lê hêj jî bergiriyên pêwist nehatine girtin û guhêrîn jî ber bi qeyran û qarasatê ve didome.
Azîz Yagan diyar dike: "Her welatî, êdî li ser hebûyîna qeyrana guhêrîna sîruştê agahdar e. Ev jî bi taybet di encama raporên ku ji aliyê IPCC û Greenpeace'ê ve hatine ragihandin peyda buye. Di raporan de rol û peywirên dewletan di peydabûyîna qeyranê de tê bibîrxistin û rê û rêbazên çareseriyê tên destnîşan kirin. Ji 195 dewletên ku peymana Parîsê îmze kirine, tê xwestin ku hemû bandorên ku bûne û dibin sedema guhêrîna sirûştî ji holê ra bikin."
Akademisyen û aktivîst balê dikşînin ku qulbûyîna tebeqeya ozonê re zêdebûyîna germahiya dinyayê û sedemên têkçûyîna hevhengiya sirûştî bi taybet piştî hilberîna pişesazî (sanayîi), bi destwerdanên mirovan peyda bûne û ger ku mirov plansazî û rêbazeke bibiryar ya parastin û paqijkirina xwezayê nedin destpê kirin, dê bi xwe re bibin sedem ku hemû jiyan li dinyayê nemine.