Li Tirkiyê 176 kesên din bi Koronayê mirin
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 176 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 176 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 22 hezar û 807 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 10ê Çileyê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 9 hezar û 138 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 1 hezar û 17 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 2 milyon û 326 hezar û 256 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 8 hezar û 103 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 2 milyon û 198 hezar û 150 kesan.