Qubad Talebanî bi Koronayê ket

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ket.

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ket.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî îro li hejmara xwe ya tora civakî (Twitter) nivîsî: “Ji encama testê derket ku ez hilgirê vîrûsa Koronayê me. Ji ber wê, divê ez demekê têkelî kesî nebin, heta derbas dikim. Hêviya selametiyê ji hemûyan re dixwazim. Tika ye berdewam bin di xweparstinê de.”