Li Tirkiyê hejmara mirinên ji ber Koronayê 23 hezar kesî derbas kir

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 171 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 171 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 23 hezar û 152 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 12yê Çileyê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 9 hezar û 809 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 983 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 2 milyon û 346 hezar û 285 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 10 hezar û 13 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 2 milyon û 218 hezar û 464 kesan.