Li rojavayê Kurdistanê 33 kesên din bi Koronayê ketin
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 33 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 33 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 33 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 2 kes li Hesekê, 2 kes li Qamişlo, 2 kes li Til Temir, 4 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Legê, 2 kes li Kobanî, 5 kes li Reqayê, 6 kes li Tebqayê, 2 kes li Dêrezorê, 4 kes li Minbicê, 2 kes li Kampa Holê û 1 kes jî li Şehbayê ye.
Herwiha eşkere kir ku 7 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8285 kesan, ji wan 1170 kes baş bûne û 284 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.