Bi derketina Koronayê nexweşiyên psikolojik zêde dibin
Li gor derûnnasan piştî Koronayê hejmara kesên ji ber kêşeyên derûnî serdana nexweşxaneyan dikin, gelek zêdetir bûne.
Stenbol (K24) – Li cîhanê ligel vîrûsa Koronayê êdî nexweşiyên derûnî jî gihiştiye asteke metirsîdar. Li gor derûnnasan piştî Koronayê hejmara kesên ji ber kêşeyên derûnî serdana nexweşxaneyan dikin, gelek zêdetir bûne. Derûnnas li ser nexweşiyê hişyariyê didin û dibêjin eger kêşeyên derûnî neyên çareser kirin ev yek dê rê li ber nexweşiyên dî veke.
Ligel derketina vîrûsa koronayê li dinyayê êdî nexweşiyên derûnî, ji hemû deman zêdetir bûne.Derûnnas diyar dikin ji ber karantina û renimayên koronayê êdî wextê piraniya mirovan li mal derbas dibe, ev jî dibe sebep ku pêwendiya mirovan li gel hevdû kêm bibin lewma keşeyên derûnî jî ev qes zêde bûne. Derûnnas Orhan Taruk li ser vê yekê hişyarîyê dide û dibêje êdî ji her deman zêdetir kes ji ber nexweşiyên derûnî serdana wan dikin lewma divê mirov ji bo parastina tendirustiya derûniya xwe zêdetir tiştan bikin.
Derûnnas Orhan Taruk ji K24ê re got: “Piştî Koronayê li her derên dinyayê mirov ji bo xweparastinê zêdetir di mal de man û ji dost û hevalên xwe dûr ketin.Herwiha ji ber qedexeya derketina derve rêjeyek mezin ya mirovan li mala xwe ketin nav hîseke wisa her wekî ketîbin zindanê. Ji ber vê yekê nexweşîyên derûnî jî gelek zêdetir bûn. Lewma divê herkes ji bo parastina derûniya xwe baldar bin û eger pêwîst bike serî li bijîjkekê bidin.”
Gelek welatî jî diyar dikin metirsiya koronayê û qedexeyan bandorek mezin li ser derûniya wan çêkiriye. Lewma daxwaza wan ew e ku vaksînên koronayê karîger bin da ku ew di demeke zû de ji vê rewşê rizgar bibin.
Li gor derrûnnasan wek Koronayê nexweşiyên derûnî jî metirsiyek mezin li ser tendirustiya mirovan çêdike û eger ev nexweşî neyê çareser kirin laşê mirovan li ber nexweşiyên dî jî bêtaqet dimîne û nikare xwe biparêze.