SANA: Hêzên Amerîkayê 70 terorîstên DAIŞê ji zindanên Hesekê bo Tenefê veguhestin

Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê SANA ragihand; hêzên Amerîkayê bi dehan terorîstên ser bi rêxistina DAIŞê, ji zindanên bin desthilata Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji Hesekê veguhestin ber bi binkeya xwe ya li Tenefê ya li ser sînorê Sûriye – Urdinê.

Hêzên Amerîkayê
Hêzên Amerîkayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê SANA ragihand; hêzên Amerîkayê bi dehan terorîstên ser bi rêxistina DAIŞê, ji zindanên bin desthilata Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji Hesekê veguhestin ber bi binkeya xwe ya li Tenefê ya li ser sînorê Sûriye – Urdinê.

Ajansa SANA ji çavkaniyên xwe veguhestiye; hêzên Amerîkayê 70 terorîstên ji rêxistina DAIŞê ji zindanên başûrê Hesekê veguhestiye bo binkeya xwe ya li Tenefê.

Herwiha hatiye gotin: “Hêzên Amerîkayê yên li Tenefê, cihekî aram ji bo terorîstan li deverê dabîn kiriye û bi çek piştevaniya wan dikin û di guhertina cihê wan de ji cihekî bo cihekî din ji bo cîbicîkirina planên xwe yên li Sûriyê, wan diparêzin.”

Fly Erbil Advertisment