'Kurdiya Akademîk' çi ye, gelo li ber axaftina rojane 'asteng' e?
Gotina "Kurdiya akademîk" him li kuçe û kolanan, him jî li ser medyaya civakî êdî gelek tê bihîstin.
Ihsan YALIN / Diyarbekir (K24) - Gotina "Kurdiya akademîk" him li kuçe û kolanan, him jî li ser medyaya civakî êdî gelek tê bihîstin. Nûçegihanên kanalên Kurdî, dema li kolanan mîkrofona xwe dirêjî welatiyan dikin, rastî gelek kesên ku dibêjin "Kurdiya min têrî axaftinê nake" tên.
Lê belê gelo ji bo axaftina li ser mijareke rojane, divê mirov Kurdiya akademîk bizane, an tevliheviyeke têgihiştinê heye?
Nîqaşên li ser "Kurdiya akademîk" gihiştiye heta wê astê ku hinek kes vê yekê weke komployê dibînin û dibêjin ev mijar ji bo ku gel bi Kurdî neaxive hatiye pêkanîn.
Nivîskar û zimanzan Mustafa Aydogan ku niha li welatê Swêdê dijî, li ser mijara Kurdiya akademîk, derbarê pêwîstiya vî zimanî di axaftina rojane de, ji Kurdistan24ê re axivî.
Zimanê Akademîk çi ye?
Mustafa Aydogan li ser pirsa "zimanê akademîk çi ye" diyar kir: “Birastî zimanê akademîk, ew ziman e ku takekesên di her pergalekê de dema mijarên akademîk vedibêjin -him bi nivîskî û him jî bi axaftinê- bi kar tînin. Ez behsa zimanekî wisa dikim ku ji zêderûyî û vegotinên xemilandî dûr, bikarneanîna peyvên ne hewce, tevî metod û armancê, gihandina ramanan, analîzkirina argumanan, eşkerekirina pêwendiya gotinan bi mijara ku hewla vegotina wan didin, diyarkirina çavkaniyên ku sûd jê hatiye wergirtin, di axaftina akademîk, panel, semîner, konferans û metnên akademîk de tê bikaranîn.”
"Zimanê rojane û zimanê akademîk ji hev cuda ne"
Aydogan diyar dike ku li hemû welatan, qada bikaranîna vî zimanî, tenê qada akademîk e û dibêje: “Li hemû welatan li derveyî qada akademîk, mirov zimanê akademîk bi kar naynin, loma zimanê rojane û zimanê akademîk, weke 'du zimanan' ji hev cuda tê dîtin. Li ti welatekî cîhanê, gelo we dîtiye ku li bazarê, li kolanan mirovekî asayî zimanê zanistê bi kar tîne?”
Mustafa Aydogan destnîşan dike: “Li kîjan welatê cîhanê hemû gelê welêt dikarin zimanê akademîk bi kar bînin? Ma hemû kesên ku bi zimanê Tirkî diaxivin, zimanekî akademîk bi kar tînin? Kurdî jî wisa ye. Ev rewşa ku di hemû zimanan de normal tê dîtin, dema mijar dibe Kurdî, çima weke pirsgirêkek tê dîtin.”
Gelo zimanê Kurdî lawaz e?
Aydogan li ser îdiaya lawazbûna zimanê Kurdî diyar dike: “Ev rastî jî heye ku hin kesên dikarin bi Kurdî biaxivin, lê di nivîsandinê de lawaz in, nabînin pirsgirêk di wan de ye û îdia dikin ku kêmasî di zimên de ye.”
Mustafa Aydogan behsa bîranîneke xwe dike û dibêje: “Di civînekê de beşdarekî bi zimanê Kurdî bixêrhatinî li civatê kir û piştre bi îdiaya lawaziya Kurdî, xwest ku bi zimanekî din axaftina xwe bidomîne. Min jî jê pirsî 'Gelo Kurdî lawaz e, an Kurdiya we lawaz e?', li hember vê pirsê mat ma, piştî nîqaşeke demkurt, lawazbûna xwe qebûl kir û bi zimanekî din axaftina xwe domand.”
Aydogan dibêje: “Ti hincetek tune ye ku hûn ji zimanê Kurdî bitirsin. Hûn çi qas bizanin, hûn ê ewqas biaxivin. Eger hûn di qadeke zanistê de naxebitin, kes nikare ji we zimanekî akademîk bixwaze. Bêguman zimanê akademîk jî pêwîst e, lê ji bo pergalên akademîk.”