Akşener: Hikûmet, kurdên dengên xwe nadin wan, wek terorîst bi nav dike

Seroka Partiya IYI Meral Akşener ragihand, Hikûmet, Kurdên ku deng nedin wan, wek terorîst binav dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Seroka Partiya IYI Meral Akşener ragihand, ev wek partiya IYI ji dengdêrên kurd jî deng dixwazin. Her wiha Akşener got jî, Hikûmet, Kurdên ku deng nedin wan, wek terorîst binav dike. 

Seroka Partiya IYI Meral Akşener, bi Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan re, li navenda giştî ya partiya xwe civiya û piştî civîne daxuyaniyek hate belavkirin.

Akşener li pirsa taybet a Kurdistan24 ragihand, ev wek partiya IYI ji dengdêrên Kurd jî deng dixwazin. Her wiha Akşener got jî, AKP, kurdên ku deng nedin wan, wek terorîst bi nav dike. Akşener, axaftina xwe wiha domand:

“Em wek partiya IYI dengên her welatiyekî Tirkiyê jî dixwazin. Li Tirkiyê tê hizirkirin ku hemû kurd dengên xwe didin HDPê, ev hizre, xelet e. Çima xelet e? Ji ber ku ev yek tê vê wateyê ku ew, mirovan wek xulamên xwe dibînin. Kurd me xulamên kesî ne. Hikûmet dixwaze li Tirkiyê li ser cudageriyan siyasetekê birêve bibe. Lê belê ez li hemû derên Tirkiyê digerim û bi dikandarên kurd re jî, yên tirk re jî diaxivim. Vê gavê derdê hemûyan ya hevbeş têkçûna aboriyê ye. Tev behsa zarokên xwe yên bêkar û zehmetiyên debara jiyanê dikin.”

Herwiha got: “Beriya 31ê Adarê Serokkomarê Tirkiyê cotkar wek terorîst bi nav kirin û dikandar wek terorîst binav kirin. Kurdên ku dengên xwe nadin partiya wî wek terorîst binav kirin, em siyasetmedar ji xwe wek terorîst hatine binavkirin. Doh jî ciwanên li zankoya Bogaziçiyê wek terorîst bi nav kirin. Ez dixwazim ji wan re bibêjim, hûn bi xêr hatin nava koma me ya terorîstan

Fly Erbil Advertisment