Wezîra Bazirganiyê ligel karsaz û dikandarên Diyarbekirê civiya
Wezîra Bazirganiyê ya Tirkiyeyê Ruhsar Pekcan serdana Parêzgeriya Diyarbekir û Yekîtiya Jûrên Esnafên Diyarbekirê kir.
Diyarbekir (K24) - Wezîra Bazirganiyê ya Tirkiyê Ruhsar Pekcan serdana Parêzgeriya Diyarbekir û Yekîtiya Jûrên Esnafên Diyarbekirê kir. Di serdana xwe de Wezîra Bazirganiyê amaje kir ku bazirganiya Diyarbekir ber bi başiyê ve diçe, lê karsaz û esnafan amaje kir ku divê bêhtir alîkarî û piştgirî bo Diyarbekir bê nîşandan.
Di çarçoveya hevdîtinên pirsgirêkên ser aborî û bazirganiyê de Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan serdana Diyarbekirê kir.
Wezîra Bazirganiyê pêşî Parêzgeriya Diyarbekir û li vê derê li gel Karsazan civînek li dar xist û guhdariya pirsgirêkên karsazan kir.
Wezîrê daxuyaniyek jî da çapemeniyê û amaje kir ku di serdema pandemiyê de aboriya gelek welatan biçûk bûye, lê Tirkiyeyê kariye li ber xwe bide û wan piştgiriya karsazan kiriye.
Wezîra Bazirganiyê piştî serdana Parêzgariya Diyarbekir, serdana Yekîtiya Jûrên Esnafên Diyarbekir jî kir û li gel nûnerên esnafan civînek li dar xist.
Serokê Yekîtiya Jûrên Esnafên Diyarbekir Alîcan Ebedînoglu amaje kir ku di serdema pandemiyê de rast e piştgirî bo esnafan hatiye kirin lê xuya ye ew piştgirî têra esnafan nekiriye û divê zêdetir pişrgirî were dayîn.
Wezîra bazirganiyê li gel rayedarên ku cem wê hatî soza piştgiriya zêdetir bo esnafên Diyarbekir da.