Gereke din a danûstandinên “Astana” li Sochiya Rûsyayê destpê dike
Di vê gera 15emîn a danûstandinên Astanayê de, 3 dosye tên gotûbêjkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro li bajarê Sochî yê Rûsyayê gereke din a danûstandinên “Astana” ya taybet bi krîza Sûriyê de di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê de destpê dike.
Îro gera 15emîn a danûstandinên Astanayê li bajarê Sochî ya Rûsyayê destpê dike. Peyvdarê şanda opozîsyona Sûriyê Eymen El-Asimî ji ajansa “alhurra” re ragihand, biryar e di vê gerê de 3 dosye bêne gotûbêjkirin, ew jî: Dosyeya civînên Komîteya Destûrê, dosyeya parêzgeha Idlibê û çespandina nexşeya leşkerî ya niha û dosyeya girtiyên di zîndanên rêjîma Sûriyê de ne.
Eymen El-Asimî destnîşan kir, dosyeya ku tê çaverêkirin pêşketin tê de çêbibe û encamên wê li ser erdê bêne dîtin, dosyeya Idlibê û çespandina nexşeya leşkerî ye.
El-Asimî got jî: “Hewl didin di vê gerê de danûstandinên Komîta Destûrê aktîv bikin û berdewamiyê bidin agirbesta li Idlibê.”
Danûstandinên Astanayê yên taybet bi krîza Sûriyê di meha Çileya 2017an de bi gerentiya Rûsya, Tirkiye û Îranê û beşdariya Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura li Astana Paytexta Kazixistanê di navbera şandên rêjîm û opozîsyona Sûriyê destpê kiribû.
Tevî ku danûstandinên Astanayê ji bo çareseriya siyasî destpê kiribû, lê welatên gerentîkar zêdetir pirsên leşkerî dixin karnameyên wê û lihevkirinên ji piştî her gerekê tên encamdan, di pirsên leşkerî û kişandina nexşeya leşkerî li ser erdê de dibin.