HDPê serdana saziyên Elewiyan kir
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xebatên xwe yên di çarçoveya kampanyaya “Edalet Ji Bo Herkesî” de didomîne.
Enqere (K24) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xebatên xwe yên di çarçoveya kampanyaya “Edalet Ji Bo Herkesî” de didomîne. Hevserokê HDPê Mîthat Sancar li Enqereyê li gel şandeyekê serdana sazî û weqfên Elewî û Bektaşiyan kir û li gel serok û rêveberên wan ra hevdîtinekê pêk anî. Hevserokê HDPê Sancar da zanîn ku desthilat li dijî Kurdan û Elewiyan kampanyaya nefret û neyartiyê dimeşîne. Her wiha serok û rêveberên saziyan Elewiyan jî ji polîtîkayên cudahiyê aciziya xwe anîn ziman û daxwaza destûrekê demokratîk kirin.
HDP li Enqereyê di çarçoveya kampanyaya xwe ya “Edalet Ji Bo Herkesî” de serdana 3 sazî û weqfên Elewî û Bektaşiyan kir. Hevserokê HDPê Mîthat Sancar li gel şandeyekê li gel serok û rêveberên Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal, Federasyona Elewî Bektaşiyan û Weqfa Çandê ya Anatolyayê ya Hecî Bektaşi Welî ra hevdîtinekê pêk anî. Sancar, da zanîn ku desthilat li dijî Kurdan kampanyaya nefret û neyartiyê dimeşîne û hewl dide pirrengî û pirdengiyê têk bibe.
Mîthat Sancar diyar kir: “Bê edaletî pirsgirêka bingehîn ya vî welatî ye. Divê em li dijî cudahiya netew û mezheban rawestin. Li gel Kurdan herî zêde Elewî rastê cudahiyan tên. Elewî ji bo ku ayîn û îbadetên xwe pêk bînin, heta ji bo ku jiyana xwe biparêzin di bin metirsî û gefên mezin da ne. Ji loma jî divê em bi hev re têbikoşin.”
Serok û rêveberên saziyên Elewiyan jî dan zanîn ku li Tirkiyê pirsgirêka demokrasî û newekheviyê heye û li sazî û dezgehên dewletê hêj jî Elewî ji ber baweriya xwe rastê cudahî û neheqiyan tên.
Serokê Weqfa Hecî Bektaşi Welî Ecan Geçmez destnîşan kir: “Li Tirkiyê pirsgirêka demokrasiyê heye. Mesela serokatiya Diyanetê dixwaze her tiştî dîzayn bike. Dewlet nikare baweriya welatiyan pirsyar bike. Li kamuyê herî zêde em Elewî rastê cudahiyan tên. Jixwe yasayên heyî cudahiyê teşwîq dike.”
Rêveberê Komeleya Pîr Sultan Abdal Alaatin Turkoglu jî diyar kir: “Beriya her tiştî em dixwazin li Tirkiyê aştî pêk were û şer û pevçûnên 40 salî bidawî were. Dûra em dixwazin destûrekê nû ya demokratîk bê avakirin. Em bo Cemxaneyên xwe daxwaza statûya fermî dikin.”
Ji aliyekê ve HDP kampanyaya xwe ya 4 mehî ya “Edalet Ji Bo Herkesî” li bajarên Tirkiye û bakur birêve dibe, li aliyê din ve jî bi kampanyaya reşkirin û girtinê ra rûbirû ye. Hevserok û rêveberên HDPê didin zanîn ku gefa girtina HDPê wê ji bo siyaseta wan a sivîl û demorkatîk nebe asteng û ewê karû xebatên xwe yên siyasî bidomînin.