Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiya arasteyî Elî Bapîr dike

Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im hemû hêz û aliyên Kurdistanê di piştevanîkirin û berevanîkirina li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê de yekdeng û yekhelwest bin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serokê Komla Dadgerî ya Kurdistanê Elî Bapîr kir, bi boneya bidawîhatina kongreya 4emîn a partiya wî ku tê de wek serokê wê partiyê hat bihijartin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama xwe pîrozbahiyê arasteyî Serokê Komela Dadgerî ya Kurdistanê Elî Bapîr kir û tê de got: “Bi boneya bidawîbûna kar û xebatên kongreya 4emîn a Komela Dadgerî ya Kurdistanê û hilbijartina we weke Serokê Komela Dadgerî, bi germî pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we, serkirdatiya we û tevahiya endamên Komela Dadgerî ya Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.”

Herwiha got: “Hêvîdar im Komela Dadgerî ya Kurdistanê û hemû hêz û aliyên Kurdistanê di piştevanîkirin û berevanîkirina li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û dabînkirina maf û daxwazên rewa yên gelê Kurdistanê de, yekdeng û yekhelwest bin.”

Fly Erbil Advertisment