Biden ji bo tola êrîşa ser Hewlêrê hilde, fermana bombebaranê daye

Artêşa Amerîkayê bi fermana rasterast a Joe Biden, her du komên Ketayîbê Hizbullah û Ketayîbê El Şuheda yên li Sûriyê bombebaran kir.

Serokê Amerîkayê Joe Biden
Serokê Amerîkayê Joe Biden

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Amerîkayê bi fermana rasterast a Joe Biden weke Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdaran ên Amerîkayê, her du komên Ketayîbê Hizbullah û Ketayîbê El Şuheda yên li Sûriyê bombebaran kir.

Li gor zanyariyan, di wan êrîşan de herî kêm 20 kes hatin kuştin û çend wesayîtên hilgirên çek û teqemenî jî hatin şewitandin.

Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin diyar kir: “Bombebaran bi biryara Serok Biden bûn weke bersivdanek li wan çekdarên Şîe, ku roja 15ê vê mehê bi mûşekan êrîşî Hewlêrê kirin û di encamên de mutahîtekî sivîl hat kuştin û çend serbazên Amerîkî û Hevpeymanan birîndar bûn.”

Herwiha şeva pêncşemê, Berdevkê Wezareta Berevanî yê Amerîkayê John Kirby derbarê van êrîşan de ragihand: “Êrîş bi fermana Joe Biden weke bersivek ji bo wan êrîşan hat, ku di van demên dawî de li dijî hêzên Amerîka û Hevpeymanan li Iraqê hatine kirin. Di van êrîşan de pîvanên dîplomasiyê hatine liberçavgirtin û êrîş bi şêwra ligel Hevpeymanan hatine encamdan.”

Li gor zanyariyên Wezareta Berevanî, Amerîka bi van êrîşên esmanî çend cihên wan milîsên li navbera sînorên Iraq û Sûriyê ji nav birine, ku Îran piştevaniya wan dike.

Fly Erbil Advertisment