Li Diyarbekirê 14 kes hatin binçavkirin

Hat ragihandin ku li Diyarbekirê hêzên ewlekariyê danê sibê avêtin ser malên rêveberên DBP û HDPê.

Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv

Diyarbekir (K24) - Hat ragihandin ku li Diyarbekirê hêzên ewlekariyê danê sibê avêtin ser malên rêveberên DBP û HDP û her wiha endamên MEBYA-DERê. Piştî avêtina ser malan gelek kes hatin binçavkirin û ji bo standina îfadeya wan ew birin gerînendehiya ewlekariyê.

Li navenda Diyarbekirê serê sibê zû hêzên ewlekariyê avêtin ser gelek malan û gelek kes hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku kesên hatine binçavkirin endamên Partiya Demokratîk a Gelan HDPê, Partiya Herêmên Demokratîk DBPê û endamên MEBYA-DERê ne.

Derbarê sedema binçavkirinan de bo binçavbûyiyan ti agahiyek nehatiye gotin û ji bo standina îfadeya wan bo Gerînendehiya Ewlekariyê ya Diyarbekir hatine veguhestin.

Hat amajekirin ku di dema serdegirtina malan de hêzên ewlekariyê lêgerîneke berfireh li malan kirine. Hat zanîn ku di nava kesên hatine binçavkirin de bavê Parlementera HDPê ya Diyarbekirê Dersîm Dag jî heye.

Fly Erbil Advertisment