Nirxê Lîreya Sûrî bi awayekî berçav li hember Dolar daket
Lîreya Sûrî kêmtirîn nirxê xwe li hember Dolarê Amerîkî di dîroka xwe de tomar dike û nivîsgehên pevguhartina pereyan neçar bûn nivîsgehên xwe bigirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Lîreya Sûrî kêmtirîn nirxê xwe li hember Dolarê Amerîkî di dîroka xwe de tomar dike û nivîsgehên pevguhartina pereyan neçar bûn nivîsgehên xwe bigirin.
Nirxê Lîreya Sûrî îro li bazarên Şamê bi awayekî berçav li hember Dolar daket û nirxê her Dolarekî bû 3 hezar û 910 Lîre.
Herwiha li bazarên Qamişlo, ji bo 3 hezar û 885 Lîreyan daket.
Pereguhêrekî li Şamê eşkere kir, ji ber nearamiya di bazara diravan de hemû nivîsgehên pevguhartina neçar man ku nivîsgehên xwe bigirin.
Herwiha diyar kir jî, bazirgan û xwediyên dikanan zirarên mezin dîtine.
Piştî derketina cûreya pereyan a pênc hezaran, dolar roj bi roj li hember Lîreya Sûrî bilind dibe. Bazirgan û pereguhêr dibêjin; eger rewş wiha bimîne û Banka Navendî ya li Şamê Dolaran li bazarê belav neke, dê ji niha bilindtir bibe û bigihîje 5 hezar lîreyan.
Li Rojavayê Kurdistanê jî Ji ber rewşa aborî ya aloz, roj bi roj jiyana welatiyan dijwartir dibe, welatî bi zehmetî debara jiyana xwe dikin, bi taybetî kesên karmend ku dibêjin eger ne ji xizmên wan ên li derveyî welêt bi wan re alîkar nebin, nikarin bijîn.