Li Tirkiye û Bakur 67 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa Koronayê 67 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa Koronayê 67 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kirin û diyar kir, di 24 demjimêrên borî de 14 hezar û 556 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û 67 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Bi vî awayî, hejmara kesên ku ji ber Koronayê mirine, gihişt 29 hezar û 227 kesan. Hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine jî, gihiştiye 2 milyon û 821 hezar û 943 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 9 hezar û 193 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 2 milyon û 649 hezar û 862 kesan.