Li Diyarbekirê bazara firotina daran geş dibe
Firoşkarên daran: Ji ber Koronayê di 2020an de me kar nekir, lê hêviya me ji îsal heye.
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê bi germbûna hewayê re bazara firotina şitil û daran jî geş dibe. Firoşkarên daran dibêjin; bi destpêka bihara 2020an re haletên koronavîrûsê zêde bûn û vê yekê jî bandoreke gelek xirab li karên wan kir lê ji îsal bihêvî ne ku bazara şitil û daran geş bibe. Firoşkarên daran gazindê ji rêveberiyên herêmî yên bajêr jî dikin û dibêjin; ew ji wan daran nastînin lê ji derveyê Diyarbekirê distînin.
Ev der yek ji bazarên şitil û daran ya Diyarbekirê ye. Bi gerimbûna hewayê re baxçevanan dest bi kezaxtina daran kirin û ji bo firotinê amade dikin. Piraniya van daran ji bajarên Bursa, Îzmîr, Adapazari, Meletî û Yalovayê tên anîn û piştî ku tên kezaxtin û dermankirin ji bo firotinê tên amadekirin. Firoşkarên daran dibêjin; berê wan salane nêzîkî 10 hezar şitil û dar difirotin lê niha bi tenê 3-4 hezar şitil û dara dikarin difiroşin. Firoşkarên daran gazindê ji rêveberiyên herêmî jî dikin û dibêjin; tevî ku dar li ba wan erzantir in jî ew ji wan nakirin lê ji derveyê Diyarbekirê dikirin.
Firoşkarê Daran Mehmûd Orak ji K24ê re got: "Me berê rojane 100-200 dar difirotin lê niha 40,50 an 100 daran difiroşim. Rikeberî tine ye. Jixwe şaredariyên me jî ji me şitil û daran nakirin. Ji derve dikirin. Ev 3-4 sal e hîç ji me nakirin. Hemûyan ji bajarên din tînin."
Şefîk Orak dibêje: "Niha rewş baş e, bi taybetî welatiyên ji gundewaran tên daran dikirin. Yên ku li gundan xaniyan çêdikin tên daran dikirin. Niha li bazara daran tu pirsgirêk tine ne lê buha gelek zêde bûne. Nebata ku par bi 5 lîre be niha bi 15 lîreyan e. Par destheqê neqilkirina daran 3 hezar û 500 lîre bû lê niha em bi 6 hezar û 200 lîreyî tînin."
Li gorî gotinên firoşkarên daran, li herêma Diyarbekirê şêniyên gundewaran herî zêde darên fêkî yên wekî hirmî, qeysî, xox, sêv, zeytûn û gêlyazan dikirin. Li gel vê yekê saziyên fermî û sîte jî darên, bîşeng, çam û çinaran dikirin. Firoşkarên daran dibêjin; ji ber bandora koronavîrûsê hilberîna şitil û daran kêm bûye û vê yekê jî bandor li bihayan kiriye. Bihayê hin cûreyên daran li gorî 2020an du qat zêde bûye. Ango dara ku bi 50 lîreyî be derketiye 100 lîre yî.
Şeban Andîç diyar dike: "Bazar hêdî hêdî geş dibe. Sala çuyî ji kîsê me çû, ji ber bandemiyê me nekarî em kar bikin lê em hêvîdar in ku îsal baştir be. Mixabin buhayê şitil û daran îsal du qat zêde bûye. Ji ber koronayê û ji ber ku hilberîner şitil û daran difiroşin derveyê welat buha jî zêde dibin."
Paşa Aksu dibêje: "Li Diyarbekirê temenê hin darên fêkiyên wekî vîşne û qeysiyan tine ye. 4-5 salan xweş digrin lê dûv re hişk dibin. Lê darên dim yên wekî zeytûnan berhemdar in. Ez her sal dikirim, dara ku hişk dibe ez li şûna wê dareke din diçînim. Hin dar hene nagihin ez jî li kêleka wan dareke din diçînim."
Tevî buhabûnê jî li bazarê li gorî her budçeyê şitil û dar hene û buhayê wan ji 15 lîreyan dest pê dike û heta 2 hezar lîreyî dîçe. Firoşkarên daran dibêjin; par tam di mehên biharê de qedexeyên koronavîrûsê dest pê kirin wan ji vê yekê bandoreke xirab dît in. Firoşkarên daran hêviya xwe bi îsal ve girêdane û çaverêne ku bi sistkirina rêkarên koronavîrûsê re bazara daran jî geştir bibe.